
Daxuyanî
Tora Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê û rêxistên mafê mirovan ên Kurdî li Sûriyê bi giranî şermrzar dikê ku a droneyek dewletê Tirk li navbera gundên Berxbotan û Qûmçî li dorê bajarê Kobanê bombebaran kir, bû sedemê kuştina 9 mirovên civil, bi awayekî eşkere dijî yasyê û pîvanên navnetewî.
Navên qurbaniyên bombebaranê:
- Osman Berkel Ebdû (bav) – 42 salî
- Gezale Osman Ebdû (dayîk) – 39 salî
- Yasir Osman Ebdû – 6 salî
- Ahîn Osman Ebdû – 15 salî
- Dicle Osman Ebdû – 14 salî
- Dîlovan Osman Ebdû – 13 salî
- Fawaz Osman Ebdû – 2 salî
- Saleha Osman Ebdû – 4 salî
- Avesta Osman Ebdû – 8 mehî
Navê Birîndaran:
- Narin Osman Ebdû – 9 salî
- Ronida Osman Ebdû – 18 salî
Berdewamiya van êrîşan, aramiya herêmê dikê tengayê û pêbaweriyê bi hikûmetê û Wezareta Berevaniyê dikê, ji bo parastina sivîlan û nehiştina dubarebûna evan tawanan.
Li ser bingehê jor, em Tora Kurdî ya Mafên Mirov li Sûriyê û rêxistinên Kurd ên mafên mirovan li Sûriyê, hêviya başbûnê ji hemû birîndaran re dixwazin, û bi tundî hemû cureyên binpêkirinan ji aliyê dewlet û giropên girêdayî bi wê ve li herêma Kobanî û bendava Tişrîn şermezar dikin, û hevxemiya xwe ya tam bi qurbaniyan û malbatên wan re tekez dikin. Em bang li civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe hilgirin û zextê li Tirkiyeyê bikin da ku binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan rawestîne û lêpirsîneke zelal li ser vî sûcî bike da ku berpirsyarî û nehiştina bêcezakirinê pêk bîne.
Her wiha em mafê gelê Kurd ê aştî û ewlehiyê piştrast dikin û bang li hemû aliyan dikin ku li pêşiya aloziya leşkerî ku gelên bêguneh berdêla vê yekê bidin, diyalog û çareseriyên siyasî bidin pêş.
Qamîşlo – Sûriye
17 Adar 2025
Rêxistinên ku daxuyaniyê îmze kirine:
- Tora Kurdî ji bo Mafên Mirov li Sûriyê
- Komîteya Kurdî yaMafên Mirov li Sûriyê – Raweng
- Rêxistina Parastina Girtiyên Wijdan li Sûriyê (ROANKE)
- Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyê – MAF
- Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirov li Sûriyê (DAD)