Li gorî danezana destûrî, Sûriye welatekî pirneteweyî, pirçandî û pirzimanî ye. Ziman
jî hêmanekî bingehîn ê nasname, çand, bîra kolektîf û veguhestina kevnetorê ya di
navbera nifşan de ye. Parastina mafên zimanî ne dijberî yekîtî û serweriya dewletê û
aramiya axa wê ye, lê belê hemwelatîbûna wekhev xurt dike